12emîn kongreya PDK-Sê li Hewlêrê birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêr a Herêma Kurdistanê 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) birêve diçe.

12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) îro Şemiyê di demijmêr 10:00an de li Hewlêrê destpê kir û 2 rojan dê berdewam bike.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji hejmareke serkirdeyên PDKSê wergirtine, nêzîkî 200 endam amade ne û kongre bi gotara Serok Mesûd Barzanî dest pê kiriye.

Endamên Kongreya PDK-Sê ji Herêmên Cizîr, Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha bajarên Şam û Helebê yên Sûriyê, nûnerên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê jî amade dibin.

52 endam ji Herêma Kurdistanê, 46 ji Rojavayê  Kurdistanê, 13 endam ji Ewropayê, 4 ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û 1 ji Lubnanê tevî 49 serkideyên niha yên PDK-Sê dê di kongreyê de amade bin.

Berî niha berpirsê Polîtbîroya PDK-S Mihemed Ismalîl ji Rûdawê re gotibû, wan dixwest kongreya xwe li Qamişlo lidar bixin lê ji ber rewşa siyasî û ewlekarî wan biryar dane ku li Hewlêrê kongreya xwe saz bikin.

Kongreya dawî ya PDK-Sê di destpêka Nîsana 2014an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin, wê demê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û partiyên Azadî û Partiya Yekîtî Kurdistanî bi hev re Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê ava kiribûn.

Di wê kongreyê de 51 serkirde hatibûn hilbijartin, wan 51 serkirdeyan Siûd Mela wek Sekreterê Partiyê hilbijartibûn.