Li Kirmaşan ji ber teqîna boriya gazê 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li nehyeya Newsud a ser bi qezaya Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna boriya gazê avahiyeke sê qatî herifî û du kesan canê xwe ji dest dan û 8 kesên din jî birîndar bûn, ku rewşa tendirustî ya 4 birîndaran xirab e.

Li gor çavkaniyên xwecihî, demjimêr 08:30ê serê sibeha îro Pêncşembê 9ê Hezîrana 2022ê, ji ber kunbûna boriya gaza malan, gaz di nav avahiyê de belav bûye û agir pê ketiye, di encamp de teqîn çêbûye û avahî herifî ye.

Serokê Bihewarveçûna Bilez a Kirmaşan Humen Refîî dibêje: “Di teqînê de 8 kes birîndar bûn, yek ji wan bo Nexweşxaneya Kirmaşan hat veguhestin, 4 kes li Nexweşxaneya Pawe hatin razandin û 3 kes jî bi sivikî birîndar bûne û çareserî bo wan hatiye kirin.”

Qeymeqamê Pawe Erdeşîr Rustemî jî dibêje: “Ew herdû kesên canê xwe ji dest dane, dayîk û keçeke zarok in.” 

Li gor Rustemî, dengekî mezin çêbûye, di encamp de elektrîka nehyeya Newsud qut bûye û zerar gehiştiye çendîn xaniyên derdorê û otomobîlan.