Balyozê Brîtanyayê: Êrîşa li ser Hewlêrê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Brîtanya li Iraqê êrişa şeva borî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, êrişeke din ya ku nayê qebûlkirin e û diyar e ku armanc sivîlan in.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson di hesabê xwe yê Twîtterê de got, "Nabe Iraq bibe cihê pêşxistina tundûtujiyê."

Dije-Teror a Kurdistanê ragihnadibû, şeva borî di saet 21:35an droneke bombebarkirî li ser rêya Pîrmam û Hewlêrê êrîşek pêk anî û di encamê de 3 welatî bi sivikî birîndar bûn û ziyanên madî gihîştin xwaringehekê û çend otomobîlan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî êrîşê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bi telefonê axivî û li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ji bo şerê li dijî kes û komên tawanbar di navbera Hewlêr û Bexdayê de hemahengiyeke baş heye."

Bi êrîşa şeva borî, di sal û nîvekê de 12 êrîş li Hewlêr û derdora wê hatine kirin. Herî dawî di 11ê Îlona 2021an de bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin êrîşa bi dronan li ser Hewlêrê pêk hatibû.