Li Dîlokê bûyera trafîkê: Jin û mêr mirin, 6 xizim jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de jin û hevserê wê canê xwe ji dest dan û 6 merivên wan jî bi giranî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 1 bebek û 2 zarok hene.

 

Bûyer li ser rêya Dîlok-Edene nêzîkê Taxa Narli qewimî. Otomobîla bi şofêrtiya Mehmet Reşît Gezer (30), ji paş ve li barhilgira bi şofêrtiya Mursel Kaçmaz da. Dema bihêz lê da otomobîl ket jêr barhilgirê.

 

Di bûyerê de, şofêr Mehmet Reşît Gezer, hevjîna wî Şadiye (29), xizmên wan Mehmet Alî (3), Çîgdem (24), Sena (1), Azra Gezer (3), Afitap Bilir (32) û Mehmet Şîrîn birîndar bûn. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî, agirvemirandin û polis bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Birîndarên ku di nav otomobîlê de mabûn asê ji aliyê tîmenên agirvemirandinê ve hatin derxistin, lê Reşît Gezer li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin lê ligel hemû hewldanan Şadiye Gezer jî canê xwe ji dest da.

 

Hat ragihandin ku hê metirsî li ser jiyana 6 birîndarên din jî heye. Li gor agahiyên hatine belavkirin, Mehmet Reşît Gezer piştî cejnê ji Amedê ligel merivên xwe ber bi Edenê ketibû rê.