Semsûr: Kesek di nav otomobîlê de mirî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesek di nav otomobîlekê de mirî hat dîtin û sedema mirina wî naye zanîn.
Li taxa Sanayiyê ya Semsûrê li parkekê di nav otomobîleke rawestiyayî de ji aliyê welatiyan ve kesekî bê tevger hatiye ferqkirin.
Welatiyan tîmên tenduristiyê û polîs agahdar kirin.
Piştî lêkolîna polîsan hat tespîtkirin ku kesê canê xwe ji dest daye Ahmet Kizil e û li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ji bo diyarkirina sedema mirina Kizil tîman cenazeyê wî veguhast morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Semsûrê.