Îranê meleyekî Kurd desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) – Meleyê gundê Kunemişkê yê bi navê Ebdullah Berzger ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di raporekê de eşkere kir ku meleyê bi navê Ebdullah Berzger ku meleyê gundê Kunemişkê yê Serdeştê ye roja duşemê ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyariyan hêzên Îtlaata Îranê bi çend otomobîlan bi ser mala mele Ebdullah Berzger de girtiye û ew desteser kiriye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Îtlaata Îranê dest daniye ser gelek eşyayên mele Ebdullah Berzger.

Heta niha sedema desteserkirina Ebdullah Berzger nehatiye zanîn û ti aliyên fermî yên Îranê jî li ser desteserkirina wî daxuyanî belav nekirine.

Li aliyê din 1ê Gulanê jî meleyê Mizgefta Îbrahîm a Sineyê Husên Elî Mûradî bi biryara Dadgeha Taybet a Mamosteyên Dînî ya Hemedanê hat desteserkirin.

Mele Husên Elî Mûradî yek ji wan meleyan bû ku di xwepêşandanên sala 2022yan de piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderan anîbû ziman.