Li navçeya Şehbayê zîpik barî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şehbayê ya li bakurê Hekebê zîpik barî û zirar gihandiye hinek beşên çandiniyê û darûberan.

Koçberekî Efrînî ku li navçeya Şehbayê niştecî ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku roja Duşemê piştî nîvro li navçeyê zîpik bariye.

Koçberê ku dîmenên taybet ji Rûdawê re şandine, dibêje zîpikê zirar gihandiye hinek beşên çandiniyê û hinek mêwan.

Li gor heman koçberî, piştî zîpikê baraneke xurt jî li navçeyê barî.

Navçeya Şehbayê li bakurê bajarê Helebê ye û cihê nîştecîbûna bi dehan hezar koçberên Efrînî ye jî ku di 5 kampan de dijîn.

Ew navçe di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, lê di van salên dawî de û piştî gefên Tirkiyê, bi hemahengiya Rêveberiya Xweser û HSDê hejmarek hêzên artêşa Sûriyê jî li navçeyê bicih bûne.