Li Amedê 20 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro 9ê Gulanê bi hinceta “endamtiya rêxistina tawanê” 20 kes hatin desteserkirin.

Li gor medya fermî ya dewletê, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo desteserkirina 35 endamên “rêxistina tawanê” operasyon saz kirin.

Di operasyonê de bi hinceta bazirganiya “madeyên hişber” kirine û zext û zordarî li rikeberê xwe kirine 20 kes hatin desteserkirin.

Herwiha tevî serokê rêxistinê R.B. 9 kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hat dayîn, ji ber tawanekî pêştir di girtîgehê de bûn.

Ji bo desteserkirina 6 kesên din jî operasyon berdewam e. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Amedê hatin birin.