Li Kampa Domîzê pêşangeha derfetên kar hate vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kampa Domîzê ya Duhokê ku koçberên Rojavayê Kurdistanê lê dijîn pêşangehek ji keç û xortan re hat vekirin ku 300 kesan ji bo wergirtina kar CVyên xwe pêşkêş kirin.

Penabera ji Rojavayê Kurdistanê Nafya Mihemed got, "Gelekî baş e, me CVyên xwe pêşkêş kirin û pêwîstiya me bi kar heye."

30 kompanya beşdarî pêşangehê bûn, nêzîkî 200 derfetên kar hebûn ku CV û form hatin wergirtin û paşê hevpeyvîn bi kesên ku CVyên wan ji aliyê xwediyên kar ve hat qebûlkirin hat kirin.

Nûnerê kompanyayeke beşdar a pêşangehê Dilşad Casim dibêje wan 30 form ji kesên ku li kar digerin wergirtine da ku di 10 postên kompanyayê bi rêya wan dagirin.

Xwedî kar Kurdîn Xeyrî vekirina pêşangehê bi başî dinirxîne, ji ber ku ew kesê berî ku daxwaza kar dike dizane ku kar çi ye û diyar kir wan di pêşangehê de hin daxwazên kar wergirtine.

Pirjîn Cesîm rêvebera projeya rêxistineke sivîl ku 300 ciwan perwerde kirine anî ziman, "Em plan dikin ku pêşangeheke din vekin da ku zêdetir derfetên kar bidine xelkê."

Kesên ku CVyên xwe pêşkêş kirin, di navbera 20-40 salî de bûn û xwedî şiyanên cuda bûn.