Ahmet Turk û Sirrî Sakik serdana Abdullah Gul kirin

Navenda Nûçeyan – Hevserokên şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Turk û Sirrî Sakik ku ji kar hatine dûrxistin, ji bo sersaxiyê serdana serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul kirin.

 

Ahmet Hamdi Gul ê bavê Serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul, duh li nexweşxaneya lê dihat dermarkirin, wefat kiribû.


Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji pewîrê hatiye dûrxistin û Hevserokê Şaredariya Agirî ku ew jî ji erka xwe hatiye dûrxistin ji bo teziyê çûn serdana Abdullah Gul.


Turk û Sakik li Qeyseriyê li konê ji bo teziyê hatî danîn sersaxî ji Abdullah Gul re xwest.