Li Amedê qeza: agir bi otomobîlan ket û 8 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro 9ê Nîsanê du otombîlan li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Îro 9ê Nîsanê li ser rêya Amed û Farqînê du otombîlan li hev dan û di encamê de agir bi otombîlan ket. Di bûyerê de Mehmet Veysel C., Ahmet D., Aram Serhad C., Maşallah G., Hasan E. û 3 kesên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê welatiyên li cihê bûyerê ji otombîlan hatin derxistin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyan, her 8 birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin tomarkirin.