Li Dêrsimê dê berbijêrên jin ên Partiya Çep a Kesk û CHPê bikevin hevrikiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku hejmara parlamenteran daketiye1ê dê 2 berbijêrên jin ên CHP û Partiya Çep a Kesk bikevin hevrikiyê.

Derbarê hilbijartinên Serokkomariyê û Serdema 28emîn a Parlamentoyê Tirkiyê de hêdî hêdî berbijêrên bajaran diyar dibin.

Li Dêrsima ku hejmara parlamenteran ji 2 parlamenteran daket 1ê, berbijara Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê bû Rêvebera Berê ya Polîtîkayên Civakî ya Şaredariya Dêrsimê Ayten Kordu û li gorî agahiyên ji CHPê hatine wergirtin, berbijêra CHP'ê ya Dêrsimê, Xwediya Rojnameya Emek Dêrsimê Husniye Karakoyun e.

Li Dêrsima ku 2 parlamenterên CHP û HDP'ê lê hene, vê carê jî du berbijêrên jin wê bikevin nava hevrikiyê.