Li Qersê axûr hilweşiya û 70 ajel telef bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û baranê axûrek hilweşiya û 70 ajelên di nav de telef bûn.

Li gor agahiyan şeva borî 8ê Nîsana 2022ê li gundê Carci ser bi navçeya Zarûşadê ji ber berf û barana zêde dîwarên axûrekê bi ser ajelan de hilweşiya û di encam de nêzîka 70 ajel di bin de mane.

Xwediyê ajelan Yaşar Înce diyar kir ku dema dengê hilweşînê bihîstine ji mala xwe derketine û canê xwe rizgar kirine.

Ajeldar Yaşar Înce dibêje “Dema ez di nav ajelan de bûm hilweşîna dîwar destpê kir û me tenê dikarî canê xwe rizgar bikin. Lê nêzîka 70 ajelên min di bin dîwar de man û mirin. Cîranê me hatin bi hewara me ve û me hinek ajel derxistin lê mirine. Ez perîşan bûm niha ajelên din ezê li ku xwedî bikim vê zivistanê. Ez ji berpirsan dixwazim ku bo ajelên min cihek bê çêkirin.”