Dronekê Girê Kebez li Dirbêsiyê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw)  - Hêzên Tirkiyê bi droneke Girê Kebez yê bi ser navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî ji Dirbêsiyê dibêjin Tirkiyê bi rêya balefireke bê pîlot Girê Kebez li bajarê Dirbêsiyê li parêzgeha Heseke topbaran kir.

Hinek çavkaniyên din amaje bi wê yekê didin ku dronê otombîlek li ser rêya Dirbêsiyê - Serê Kaniyê di navbera herdû gundên Melik û Qeyrewan armanc kiriye û li gor zanyariyên destpêkê, kesek hatiye kuştin û 2 kesên din birîndar bûne.

Heman çavkanî dibêjin ew ji bo nexweşxaneya Şehîd Xebat li Dirbêsiyê hatine veguhastin.

Herwiha medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî piştrast kir ku balafireke bê mirov a bi çek a Tirkiyê a dagirker saet 16:45'an girê Gundê Kepezê bomebebaran kir.

Gundê Kepez derdora 20 kîlometereyan dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê ya kantoa Hesekê.