Hereketa Azadî bang li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Azadî, derbarê teqîna li Pasûra Amedê daxuyaniyek belav kir û bang hikûmet û PKKê kir.
Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Azadî), derbarê teqîna li Pasûra Ameda Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek bi sernava ‘Divê tundûtûjî bi dawî bê û têkoşîna bo mafan, bi rêbazên aştiyane bê berdewamkirin’, belav kir.
Hereketa Azadî di wê daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, bûyerên bi vî rengî aramiya civakê têk didin û tekez kir, şer û pevçûnên ku nêzikî 40 sal e berdewam dikin, jibilî ku ti aliyekê destkevtiyek jê nedîtiye, ziyaneke mezin gihandiye xelkê.
Hereketa Azadî diyar dike, şer, pêşiyê li siyaseta şer digire û bi bîr xistiye, “Heta niha li gor amarên ne fermî, binketiyê vî şerê ku bûye sedema bi mirina 100 hezaran, şewitandina bi hezaran gundan, koçberbûna bi milyonan, dûrketine sermiyanê ji herêmê, dîsa xelkê Kurdistanê ye.”
Herwiha Hereketa Azadî, amaje bi wê kir, “hewldana çareserkirina pirsgirêkên xelkê Kurd û Kurdistanê bi rêbazên tundûtûjî, pirsgirêkan kurtir dikin û rê li ber wê digire aştiya civakî û psîkolojîk pêk bê” û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku vegere ser proseya çareseriyê.
Her di wê daxuyaniyê de, Hereketa Azadî, bang li PKKê jî kir ku dawî li çalakiyên tundîtûjî bîne ku “ziyanê digihînin daxwazên rewa yên gel”.
Herekata Azadî, jibilî hikûmet û PKKê, bang li rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîran jî kir ku ew jî bang li aliyan bikin bo ku dawî li tundûtûjiyê bînin.
Li çoltera navçeya Pasûra Amedê roja Çarşemê 8ê Nîsana 2020an, di dema derbasbûna wesayîta kesên diçûn daran bibirin de, teqînek çebû rû di encamê de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.
Tevî ku Parêzgariya Amedê, PKK wek berpirsyarê teqînê nîşan daye, lê belê PKKê ti daxuyanî li ser bûyerê nedaye.