Li Qamişlo pirtûkên Kurdî bêpere bo zarokan hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo ya Rojvayê Kurdistanê saziyeke rewşenbîrî pirtûkên Kurdî bêpere li ser dibistanan belav dike.

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo pirtûkên Kurdî bêpere li ser dibistanan belav kir.

 

Bi gotina berpisên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê armanca wan ew e ku xwendina bi kurdî li dibistanên Rojavayê Kuridstanê hem zêde bibe û hem jî were hezkirin.

 

Berê zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê qedexe bû, li kuderê tiştekî bi kurdî hatiba dîtin, xwediyê wê dihate girtin û cezakirin.

 

Lê niha êdî zimanê kurdî serbest e, ti aliyek tune ye qedexe bike, lê tevî vê yekê jî ji ber ku bi awayekî fermî itîraf bi zimanê kurdî nayê kirin, gelek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên hikûmetê.