VÎDEO - Zarokê kurd behsa perwerdeya DAIŞê dike

Duhok (Rûdaw) – Zarokekî 7 salî yê kurdê êzidî, jiber perwerdeya DAIŞê zimanê dayika xwe jibîr kiriye û çekdaran ew fêrê bikaranîna çek û serjêkirina mirovan kiriye.

 

Zarokekî 7 salî yê kurdê êzidî, zêdetirî 2 sal û nîvê jiyana xwe di bin destê DAIŞê de derbas kiriye. Ji ber perwerde û rahênana DAIŞê wî zimanê dayika xwe jibîr kiriye. Niha malbata wî hewl dide bi rêya pêlîstok û perwerdeyê, bandora DAIŞê ji ser wî bavêjin û wî ji nûve fêrê zimanê dayikê bikin.

 

Zarokê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin dibêje; “Me çek ji hev vedikir û ji nûve li hev dixist. Me carna teqe dikir, me gule diavête aliyê rastê û çepê. Paşî em fêrê serjêkirina mirovan bûn. Çawa serê mirovan tê girtin û bi kêr tê serjêkirin.”

 

Dayika wî jî dide xuyakirin, ku zarokên wan ji wan dihatin veqetandin û bi nehiştina pêwendiyên wan, dihiştin zarok malbata xwe jibîr bike.

 

Dayik dibêje; “Zarok ligel xwe dibirin şer. Perwerde didan wan, fêrê bikaranîna çekan dikirin. Ew dibirin ser daran û dibezandin. Bi şev jî nedihiştin razên û ew bidirn derve li ber sermayê dihiştin. Digotin zêrevaniyê bike.”

 

Li gorî zanyariyan zêdetirî hezar zarokên kurdên êzidî di serbazgehên DAIŞê de meşq û rahênan dîtine. Di wan serbazgehan de perwerdeya hizrî û fîzîkî dane wan.

 

Saziyên fermî yên rizgarkirina kurdên êzidî jî hewl didin, wan kesên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, ji bandora vê karesatê rizgar bikin.

 

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Koro Qaîdî jî dibêje; “Gelek zarok li 3 serbazgehan hatine perwerdekirin. Di destpêkê de navê wan guhertine û paşî hewl dane hizrên wan, ol û baweriya wan biguherin. Di dersên duyemîn de jî ew fêrê çekan û karên terorîstî kirine, ev zarok kirine weke bombeyeke zindî da ku di paşerojê de li hemû cîhanê bibin bela.”

 

Roja 3ê Tabaxa 2014ê, di dema êrîşa Şingalê de 6 hezar û 417 kurdên êzidî ketine destê çekdarên DAIŞê. Di nav wan de gelek zarok jî hebûn.

 

Çekdarên DAIŞê zarokên kurd ji bo perwerdekirinê ji malbatên wan qetandin û birin serbazgehên xwe û li wir perwerde dane wan.