Goran: Ya herî baş sîstema parlamenterî ye

 

Silêmanî (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa ragihand, sîstema ji bo Herêma Kurdistanê herî baş parlamenterî ye.

 

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed îro li bajarê Silêmaniyê serdana Newşîrwan Mistefa kir.

 

Piştî hevdîtine Mihemed û Mistefa pirsên rojnamevanan bersivandin.

 

Yûsif Mihemed diyar kir wî di civînê de derbarê makezagona Herêma Kurdistanê û dema erka serokatiyê de ramanên rayedarên Goranê standiye.

 

Mihemed da zanîn ev ji bo ku ji ramanên kesên xwedî tecrûbe, sûde werbigre hevdîtinên wiha pêk tîne.

 

Newşîrwan Mistefa jî anî ziman, dema ku mirov kraliyet an jî serokatiyên li Rojhilatê Navîn tîne berçavan, dibîne ku ji bo Herêma Kurdistanê sîstema parlamenteriyê ya herî baş e.