Bedlîs: Di mehekê de 197 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê di nava meha derbasbûyî de 197 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha 18 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan dikin hatin desteserkirin û ji wan 7 kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, tîmên Fermandariya Cendirmeyan ji 1 heta 29ê Sibatê li navenda Bedlîsê û navçeya Tetwanê 197 koçberên Efxan, Sûriyeyî, Bengladeşî û Îranî desteser kirine.

Koçberên ku hatin desteserkirin ji bo ku werin vegerandin şandin Navenda Koçê ya Bedlîsê.

Herwiha 18 kes jî bi tohmeta ku karê qaçaxçîtiya koçberan kirine hatine desteserkirin, ji wan 7 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.