Bernameya Cejna Newrozê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya DEM Partiyê ya pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 2024an hat eşkerekirin.
Li parêzgeha Amedê Cejna Newrozê dê 21ê Adarê bê pîrozkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Newroza îsal dê li sedan cihan ku 57 ji wan navend in, bê pîrozkirin.
Dê 15ê Adarê ji navçeya Depê ya Xarpêtê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bê kirin.
Li gorî zanyariyan dê li Amedê ji bo agirê Newrozê nêzîkî 2 ton dar bên bikaranîn.
Rojjimêra pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 57 navendan hat diyarkirin.
Bernameya Cejna Newrozê:
15ê Adarê
Xarpêt/Dep
17ê Adarê
Agirî/Giyadîn, Dîlok, Çewlîg/Kanîreş, Colemêrg, Qers/Dîgor, Şirnex, Riha/Suruç, Riha/Xelfetî, Wan, Stenbol, Bursa, Denîzlî, Îzmîr, Kocaeli, Osmaniye, Tekîrdag
19ê Adarê
Agirî/Panos, Agirî/Bazîd, Erdexan/Golan, Dêrsim, Erzirom/Qereçoban, Qers/Qaxizman, Mêrdîn/Nisêbîn, Mûş/Milazgir, Mûş/Kop, Sêrt/Dihê, Şirnex/Qileban, Şirnex/Cizîr, Riha/Wêranşar, Balikesir, Hatay, Mugla
20ê Adarê
Wan/Erdîş, Êlih, Bedlîs/Tetwan, Colemêrg/Gever, Mêrdîn/Qoser , Sêrt, Çewlîg, Şirnex/Elkê, Îdir, Konya, Manîsa, Aydin, Mêrsîn, Çanakkale
21ê Adarê
Amed
23ê Adarê
Colemêrg/Şemzînan, Mûş, Riha, Ankara
24ê Adarê
Colemêrg/Çelê, Edene, Kirşehir, Antalya
25ê Adarê
Agirî