Li Amedê pevçûna pismaman: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê di pevçûneke pismaman de kesek hat kuştin yek jî birîndar bû.

Bûyer doh demjimêrên êvarê li ser rêya gundê Hêlînê (Hegîn) yê navçeya Çinarê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin di navbera pismaman de nîqaş derketiye û piştre veguheriye pevçûna bi çekan.

Di pevçûnê de kesên bi navê Kemaletîn Aktepe (17) û A.A. birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya destpêkê birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê û bajêr.

Kemaletîn Aktepe ligel hemû hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya A.A. jî di metirsiyê de ye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Kemaletîn Aktepe ji bo otopsiyê rakiriye Saziya Tiba Edlî.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.

Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi pismam pev çûne.