Li Stenbol û Enqerê 11 kes bi tohmeta Cemaeta Gulen hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Stenbol û Enqerê yên Tirkiyê 11 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen hatin desteserkirin.

Li gor medya Tirkiyê, Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê demeke kar û xebatên eşkerekirina çalakiyên Cemaeta Gulen lêkolîn dike.

Di encam de telefonên 11 kesan hatine guhdarkirin û li ser wê bingehê li Stenbol û Enqerê di oprasyoneke hevdem de îro Pêncşemê 9ê Adara 2023ê 11 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, di nav kesên hatine desteserkirin de kesên ku berê ji ber endamtiya Cemaeta Gulen ji kar hatine dûrxistin jî hene.