Deriyê di navbera Mêrgesor û Rûbarokê de tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed ragihand ku ji bo deriyê sînor yê di navbera navçeya Rûbaroka Colemêrgê û Mêrgesorê ya bi ser navçeya Soran a Hewlêrê de bê vekirin dê dest bi xebatan bikin.

Ji bo xebatên vekirina Deriyê Sînorê Nevdewletî yê di navbera Mêrgesor û Rûbarokê ku di sala 2014an de dest bi çêkirina wî hatibû kirin, Lijneya Wezîrên Herema Kurdistanê biryar da ku bê temamkirin.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed di derbarê vekirina derî de ji Rûdawê re got “Ji bo projeya deriyê sînor yê li gundê Zetê ku di navbera Mêrgesor û Rûbarokê de ye bê temamkirin, em ê dest bi xebatan bikin. Lijneya Wezîrên Herema Kurdistanê pêkanîna projeyê pesend kir. Komîsyoneke taybet hat avakirin û me serdaneke hevpar pêk anî.”

Herwiha Xefûr Ehmed got “Ger şert guncaw bin, em plan dikin ku projeyê di dawiya meha Nîsanê de pêk bînin. Di vê çarçoveyê de rêya derî ya ku dikeve aliyê Herema Kurdistanê dê bê asfaltlirin.”

Li ser vê yekê Ehmed wiha da zanîn “Ji Zêtê heta Mêrgesorê dê 13 km rê bê asfaltkirin. Ji bo vê yekê em li bendê ne ku rewşa hewayê xweş bibe.”

Ehmed diyar kir ku bi vekirina derî dê di navbera herdû aliyan de hecma aboriyê zêde bike wiha berdewam kir “Derî dê alîkariya aborîya heremê bike. Di warê aborî û turîzmê de dê bibe deriyê dahatinê.”

Di navbera Herema Kurdistanê û Tirkiyê de ji xeynî Deriyê Îbrahîm Xelîlê, Deriyê Serzêrê yê di navbera Duhok û Çelê de jî heye. Deriyê sînor di navbera Mêrgesor û Rûbarokê de dê bibe deriyê sêyemîn.