Minbic dibe navenda çend hêzên leşkerî



Hewlêr (Rûdaw) - Roj bi roj rewş li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê aloztir dibe. Bi taybetî li Reqa, Bab û Minbicê. Gelek aliyên çekdar û hêzên leşkerî di vê rewşê de beşdar in.

Di çend rojên dawiyê de, pêşhateyên nû derketin. Ji aliyekî ve Tirkiye ligel hêzên Mertala Ferat gefa kontrolkirina Minbicê li hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê dixwe. Ji aliyekî din ve hêzên Amerîkî û Rûsî piştgiriya Encûmena Leşkerî ya Minbicê dikin.

Hevdem li aliyê başûr û rojavayê Minbicê hêzên artêşa Sûrî û çekdarên DAIŞê hene. Li ser hemû bereyan jî şer û pevçûn derdikevin.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş dibêje: “Piştî guhertinên leşkerî yên nû li naçveyê bûn, ku rejîm bipêşve çû û Mertala Ferat jî bajarê Babê kontrol kir, ji aliyê Mertala Ferat û Tirkiye ve, gefa kontrolkirina navçeyê li Encûmena Leşkerî ya Minbic hatin kirin. Ji ber van pêşhateyan Encûmenê ligel aliyê Rûsî, daxyuaniyek ragihand. Tê de hêla bereya ligel Mertala Ferat hate destnîşankirin."

Guhertinên mezin li ser nexşeyê derdikevin, lê Encûmena Leşkerî ya Minibc her tekeziyê li ser wê yekê dike ku ew bi erkê berxwedan, berevanî û parastina vî bajarî radibin û ew rê nadine ti aliyekî din ku vî bajarî kontrol bike.

Şervan Derwîş wiha domand: "Ez dixwazim tekeziyê li ser wê yekê bikim ku bajarê Minbic di parastina Encûmena Leşkerî ya Minbic de ye. Rêveberiya sivîl vî bajarî jî birêve dibe. Em li ser soza xwe û bi gelê xwe re ne. Encûmena Leşkerî ya Minbic vî bajarî diparêze. Ew bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî berpirsiyariya parastina Minbic li xwe digire.

Em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku hêzên me ji bo şerê DAIŞê ne, lê em nahêlin tu alî êrîşan bigire ser Minbicê. Çi êrîş be, dê berxwedan li beramberê wê bibe."

Roj bi roj, guhertinên nû li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derdikevin. Bi taybetî li navçeyên Minbic, Reqa û Dêre Zorê.