ROJAVA - Şervanên Kurd rêya Reqa û Kantona Cizîrê qut kirin!

Qamişlo (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kontrolkirina gundê stratejîk ê El-Memken rêya navbera Reqa û Kantona Cizîrê qut kir. Herwiha di berdewamiya operasyona xwe de, HSDê 2 gund li rojavayê navçeya Şedadê jî kontrol kirin.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser operasyona xwe li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê berdewam in.

 

HSDê piştî êrişa çekdarên DAIŞê bo ser Girê Spî, Siluk û Mebruka, dest bi operasyonek nû li dijî wê rêxistinê kirin. HSDê navê Operasyona Tolhildana Cûdî û Êlîn li operasyona xwe kiriye, ku ji navê 2 zarokên 9 û 12 salî tê, ku çekdarên DAIŞê li gundê Hemamê li Girê Spî kuştibûn.

 

HSDê derbarê pêşhatên nû yên operasyona xwe de ragihand, ku şervanên wan gundê El-Mekmen ê di li bakurê rojhilatê bajarê Reqayê ji detsê çekdarên DAIŞê derxistine.

 

Gundê El-Mekmen gundekî stratejîk e û dawî gundê di bin destê DAIŞê de yê li sînorê navbera Reqa û Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Bi girtina wî gundê stratejîk, rêya di navbera Reqa û Kantona Cizîrê de bi temamî ji aliyê şervanên HSDê ve hat qutkirin. Herwiha bi wê pêngavê HSD û şervanên Kurd li ser hatinûçûna navbera Reqa û Cizîrê kontrolek temam hene.

 

HSDê herwiha herdu gundên Um Elmidfei û Salihiyê jî ji destên DAIŞê derxistin û xistin bin kontrola xwe.

 

Gundê Um Elmidfei bi 30 kîlometreyan dikeve rojavayê Şedadê.

 

Di çarçoveya opoerasyona kontrolkirina rojavayê Çiyayê Qezwanê û bakurê Reqayê de HSDê ragihand, ku şervaên wan li ser pêşketinên xwe berdewam in û çekdarên DAIŞê têk dibin.

 

 

Gundê Um Elmidfei xwediyê girîngiyeke stratejîk e, ku dikeve ser rêya Heseke-Şedadê û bi qasî 141 kîlometreyan ji Reqayê dûr e.

 

Tê zanîn, rêxistina DAIŞê "Reqa" weke paytexta xwe ragihandiye.