Li Kirmaşanê 3 otomobîl li hev qelibîn: 2 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, 3 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê li devereke bi navê Milemasê ya li ser rêya Rahan-Senqûrê di navbera 3 otomobîlên taybet de rû daye.

Rêveberê Heyva Sora Kirmaşanê Mihemed Baqir Mihemedî ragihand, piştî ku hatin agahdarkirin wan yekser tîmên xwe şandine cihê bûyerê.

Mihemed Baqir Mihemedî diyar kir ku di wê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Tîman her 5 birîndar veguhastin nexweşxaneya bajarê Senqûrê.