Xwediyên germavên Mêrdinê dixwazin germav bên vekirin

 Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyên germavên Mêrdina Bakurê Kurdistanê dixwazin germav bên vekirin.

Vîrûsa Coronayê sedema serekî ya girtina germav an himamên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Dema saleke Germava Savurkapi ya dîrokî ku li bajarokê Artukluyê ya ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ku dîroka çêkirina wê digihîje 800 sal berî niha ji ber metirsiya belavbûna Coronayê wek hemû germavên din bi biryara Wezareta Tendirûstiyê ya Tirkiyê hatiye girtin.

Xwediyê germavê ji derbxistina sektora germavan nîgeran e û dibêje, debara heft malbatan li ser e.

Xwediyê Germavê Nevzat Yersel dibêje “Nêzîkî 100 sal e malbata me vê germavê birêve dibin. Ev mîratek ji bapîrê min bo bavê min û ji wê jî bo min maye. Ev germav bi fermana Sitti Radiye ya dayîka Siltan Qubbettin Îlgazî di sala 1200an de hatiye çêkirin. Dahata wê jî bo hejaran hatiye veqetandin. Lê qet hewqasî nehatiye girtin. Debara heft malbatan li ser e.”

Ligel ku take germava bajarok e, lê di heman demê de ji ber dîroka xwe ya kevin, bala geştyarên biyanî bi aliyê xwe de dikşîne.

Xwediyê Germavê Nevzat Yersel ji bo vekirina germavê bang li peywendidaran kir û dibê “Vîrûsa Coronayê rasterast bandor li pîşeya me kir, yên ku li vê germavê kar dikirin, niha bêkar in. Daxwazê ji aliyên peywendîdar dikim, biryarekê bidin daku germav bên vekirin û careke din ji vê zêdetir zirar negihîje xwediyên germavan.”

Di derbaêr vê yekê de Yersel wiha berdewam kir “Ji ber ku civaka me girîngiyê bi kultura xweşûştina li germavan didin. Girtina germavan dibe sedem ku zirareke zêdetir bigihîje vê sektorê û di heman demê de ew kultur jî kal bibe.”

Germava Savurkapi yek ji germavên herî kevin û dêrîn e li Bakurê Kurdistanê, berê ser bi Medreseya Xatûniye bû ku di serdema Osmaniyan de gelekî navdar bû.