Kenan Berekat: Me hêzên ewlehiyê agahdar kirine ku ji bo ENKSê astengan çênekin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ENKSê dest bi vekirina baregeh û ofîsên xwe kiriye, ku li piraniya navçe, bajar û bajarokan li gorî rêdana Rêveberiya Xweser têne vekirin. Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a Rêveberiya Xweser, Kenan Berekat jî dibêje, “me ji hêzên ewlekariyê re gotiye ku ti astengiyan li pêşiya çalakiyên ENKSê dernexin.”

Li Kobanî û bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ew çend rojin ku ENKSê dest bi vekirina baregehên xwe kiriye, ew yek jî piştî ku Rêveberiya Xweser di çarçoveya destpêşxeriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de rê da wan û rê li ber vekirina ofîsên wan vekir.

Di dema dawîn de Fermandarê Giştî yê HSD, Mazlûm Kobanî bi rêya destpêşxeriyekê daxwaz ji ENKSê kiribû, ku baregehên xwe yên ku di salên bihorî de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin, vekin, herwiha ji Rêveberiya Xweser jî xwastibû ku astengî û rêgiriyên li pêşiya kar û çalakiyên ENKSê rake.

Di çarçoveya nêzîkbûna aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, heta niha ENKSê 3 ofîsên xwe li bajarên Amûdê, Kobanî û Dêrikê vekirine. ENKSê herwiha navendeke xwe li bajarê Til Temirê jî vekiriye.

Desteya Karûbarên Navxwe ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, erkê parastina wan ofîsan li stuyê xwe girtiye.

Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a Rêveberiya Xweser, Kenan Berekat derbarê vekirina ofîsên ENKSê de ji Rûdawê re ragihand: “Rêkarên ku me daye hêzên ewlekariya hundir, ev e ku ti astengî ji wan re nebin, karê xwe divê berdewam bikin, em nabin alî lê tenê şopandina me li ser rûyê erdê ji bo ewlehiya tevaya kesan e.”

Li bajarê Qamişlo jî civîna asayî ya ENKSê birêve diçe, serkirdayetiya ENKSê û endamên wê, li ser wê yekê hevra ne, ku di qonaxa bihê de, kar ji bo avakirina nerîneke siyasî û mecliseke serbazî ya hevbeş bihê kirin.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê, Dr Hejar Hesen jî diyar kir: “Jixwe hîn danustandinên fermî çênebûne, pêngavên ku hatin avêtin, vekirina ofîsan û rewşa girtiyan, zemînek were avakirin, mijara îtîlafê hatiye derbaskirin, ne tiştekî şaş e ENKS li Cinêvê di nava îtîlafê de be.”

Niha kar ji bo vekirina bi dehan ofîsên din yên partiyên di nava ENKSê de li seranserî Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Tevî pêşkevtina pêwendiyên ENKSê û Rêveberiya Xweser, lê belê çawaniya beşdarîkirina wan di birêvebirina de heya niha dosiyeyek girtî ye û ev mijar hêj ne zelal e.