Korên Kampa Domîzê pêwîstî bi çareseriyê heye

Duhok (Rûdaw) - Li Kampa Domîz a koçberan li parêzgeha Duhokê 15 kesên kor hene û pêwîstya wan bi çareseriyê heye.


Xelef Îbrahîm ku yek ji wan koçberane ku  berî çar salan ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û ji ber nexweşiyekê herdû çavên xwe ji dest daye. Ew xwedyê sê zarokan e.


Xelef Îbrahîm dibêje ew tenê dixwaze zarokê xwe bibîne


Nûnerê Koçberan li Kmapa Domîz Omer Madî ji bo çareserkirna kesên ku nabînên daxwaza alîkariyan dike û dibêje, rêxistnên navdewletî di cîbcîkirina erka xwe de kemtir xem in.


Berdevekê Komîsyona Karûbarên Mirovî yê Duhokê Salim Seîd jî ew rêxistinên navdewletî ji rewşa koçberan agahdar dikin lê alîkarî ji bo hemûyan nayê pêşkêşkirin.