Li Wanê qeza: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya Wana Bakurê Kurdistanê, du otomobîl wergeriyan coya avê û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li navçeya Elbakê, li ser rêya Wan-Colemêrgê şeva borî li nêzîkî gundê Çûxê, du otomobîl ji rê derketin û wergeriyan coya avê ya li kêleka rê.

Di encama bûyerê de 9 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîl û AFADê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên parastina sivîl û AFADê 9 birîndar ji nav otomobîlan rizgar kirin.

Tîmên tenduristiyê birîndarên ku zarok jî di nav wan de hebûn veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.