HSD: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrezorê di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê têkildarî operasyona li gel Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê daxuyaniyek da. 

HSDyê diyar kir ku hêza taybet a li dijî terorê ku bi navê HATê tê naskirin di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî operasyonek li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê, li gundê El Cerzîyê yê Dêrezorê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Mihemed Etiye di wê operasyonê de hatiye kuştin.

HSDyê da zanîn ku çavdêriya Mihemed Etiye hatiye kirin û piştî ku hatiye dorpêçkirin xwe radest nekiriye û gule li hêzên wan reşandine û hêzên wan jî neçar bûne ew kuştiye.

Herwiha di operasyonê de dest bi ser çek û cebilxaneya bi  Mihemed Etiye de hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Etiye berpirsê karên kuştinê bû û destê wî di çend êrîşên dijî HSDyê, hêzên ewlehî û kesên sivîl ên Encûmena Derezorê de hebûye.