'Ligel Renc' li Amedê; Astengên li pêşiya bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re çi ne?
Amed (Rûdaw) - Di beşa vê heftiyê ya bernameya “Ligel Renc” de, pêwendiyên bazirganî yên di navbera bajarên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî Amed û Herêma Kurdistanê de, qebareya hinardekirin û hinartinê, astengî û hêviyên di vî warî de hatin gotûbêjkirin.
Bernameya “Ligel Renc” ku ji aliyê pêşkêşvanê navdar ê Rûdaw TV Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin, vê carê li Amedê bû. Mijara bernameya vê heftiyê jî peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera bajarên Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de bû.
Ekîba bernameyê li Amedê ku li herêmê bûye navenda tekstîlê, li fabrîkeyên tekstîlê geriyan û ji karsazan agahî wergirtin.
Mêvanên sereke yên bernameyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Ebdulrehman û karsaz Serdar Ay bûn.
Handa bazirganan ji bo pêşxistina pêwendiyan
Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Ebdulrehman di bernameyê de ragihand, “Armanca min ew e ku karsazên Herêma Kurdistanê teşwîq bikim ku ji Enqere, Stenbol û bajarên din ên Tirkiyê nekirin, ji ber ku piraniya wan kelûpelan li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Amedê têne hilberandin. Divê karsaz û xwediyên kargehan li Amedê hewl bidin ku têkiliyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bikin û heta ku ji destê me tê em dê hêsankariya wan bikin.”
Mistefa Ebdulrehman got, “Bazirganiya Herêma Kurdistanê ya salane bi Tirkiyê re zêdetirî 10 milyar dolar e, ku tenê beşeke kêm ji wê bi Bakurê Kurdistanê re ye. Piraniya hawirdekarên Herêma Kurdistanê ji Stenbol, Enqere, Bursa û Qeyseriyê kelûpelan hawirde dikin ku bi giranî cil û berg û mobîlya ne; ew jî di demekê de ye ku li Amed û Bakurê Kurdistanê gelek kargehên cil û bergan ên baş hene.”
Serokê Yekîtiya Hawirdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Herêma Kurdistanê herêmeke bikarber e û bikire û got: “Me gelek bang kirin ku em ji serfkirinê derbasî herêmeke berhemdar bibin, lê hikûmet xema wê yekê naxwe ku karsaz û sermayedaran teşwîq bike daku kargehên stratejîk vekin û kargehên heyî yên li Herêma Kurdistanê jî di paşerojê de dê felc bibin.”
Peywendiyên Odeya Bazirganî ya Amedê û Herêma Kurdistanê
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya behsa peywendiyên xwe yên bihêz ên bi serokên odeyên bazirganî yên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê re dike û dibêje, rêkeftin û hemahengiyeke me ya baş heye û em yekem odeya bazirganiyê ne ku bi Herêma Kurdistanê re rêkeftin îmze kiriye.
Mehmet Kaya diyar kir, “Di heyama çar salên borî de herî kêm 20 caran çûme Herêma Kurdistanê, herî kêm 7 caran çûme Silêmaniyê û di çar salên bê de dê çûnûhatina me pir zêde be. Li Amedê em pêşwaziya sermayedar, pîşesaz û karsazên Herêma Kurdistanê dikin.”
Kaya tekez kir, “Kurdistan ji bo sermayedarên Diyarbekirê yek ji bazarên herî girîng e. Em bi heman zimanî diaxivin û xwedî heman etîka bazirganiyê ne, ji ber vê yekê em pir bi hêsanî hevdu fam dikin.”
Geştên esmanî di navbera Amed û Hewlêrê de
Mehmet Kaya amaje bi wê yekê kir ku bazirganiya di navbera her du aliyan de ne di asta tê xwestin de ye û nebûna geştên esmanî di navbera Hewlêr û Amedê de weke kêmasiyek nirxand. Kaya got, “Niha em li benda bersiva Herêma Kurdistanê ne.”
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê ragihand, “Berî du mehan Sun Express ji bo destpêkirina geştên esmanî bo Hewlêrê serlêdan kir. Me daxwaza xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Ji bo vê yekê divê balafirgeha Hewlêrê destûrê bide.
Mehmet Kaya diyar kir, “Kompaniya Sun Express tenê geştên bo Diyarbekirê (Amed), lê niha ji Diyarbekirê ve ber bi pênc bajarên Almanya, Hollanda û Qibrisê jî geştên wê hene. Xelkên Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê tên Amedê û ji vir jî dikarin biçin van welatan. Eger Mesrûr Barzanî [Serokwezîrê Herêma Kurdistanê] bala xwe bide ser vê yekê, Sun Express amade ye û niha li benda “erê” ya Herêma Kurdistanê ye daku dest bi geştên xwe bike.”
Sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê amaje bi çend astengan li Herêma Kurdistanê dike ku nahêlin karsaz û sermayedarên pîşesazî sermayeyê xwe razînin û dibêje, “Eger ev tedbîr neyên cîbicîkirin, bazirganên Herêma Kurdistanê dê ji bo veberhênanê serî li welatên din bidin.”
Mehmet Kaya got: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêka erdan çareser bike û pirsgirêkên elektrîk û avê ji holê rake û trafoyên elektrîkê deyne, wê demê dê sermayedarên sektora pîşesaziyê bêne Kurdistanê û veberhênanê bikin. Lê eger hûn erd nedin, av û elektrîkê nedin, sermayedar nayên Kurdistanê û Kurd jî hilberandinê nakin û diçin cihên din.”
Qebareya bazirganiyê di navbera her du aliyan de
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê diyar kir ku ji sedî 50 kelûpelên ku li Amedê tên hilberandin, ji bo Herêma Kurdistanê tên hinardekirin.
Mehmet Kaya got, “Em tenê weke Amedê nehesibînin, hinardeya herêmê heta Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Wanê ji bo Iraqê nêzî 3 milyar dolar e. Ji sedî 90ê vê hinardekirinê ji bo Herêma Kurdistanê ye."
Kaya da xuyakirin, ku ev hejmar di navbera salên 2013 û 2015'an de gihiştiye 15-17 milyar dolarî û got, "Di rewşeke asayî de bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de divê bigihe 25 heta 30 milyar dolarî."
Kaya diyar kir ku pirsgirêkên siyasî yên ku bi taybetî piştî Referanduma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de çê bûn, di têkiliyên bazirganî û aborî de xwe nîşan dan.
Deriyên sînorî
Mehmet Kaya di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêka deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de were çareserkirin û got:
“Divê em sê tiştan bikin. Pêşî divê em bazirganiya di nav Kurdan de pêş bixin. Em û Herêma Kurdistanê jî dê ji vê bawer bikin. Ew dê kelûpelên me bikire, em jî dê li wê derê tiştan bikirin û li wir veberhênan bikin. Du, em birayên hev in, divê di navbera me de vîze nebe. Em vê ji dewleta Tirkiyê re jî dibêjin.
Dema ku vîze tunebe em dikarin bi rehetî bazirganiyê bikin, xelk di çarçoveya tûrîzma tendirustiyê de tên vir û xelkê rojavayê Tirkiyê jî tên serdana cihên dîrokî yên Duhok, Silêmanî û Hewlêrê dikin. Divê em pirsgirêka sê deriyan çareser bikin. Derî ji herdu aliyan re vedibe. Mesele ne çareserkirina pirsgirêkan li aliyekî ye. Tirkiye dê bi vekirina deriyên xwe peywendiyên xwe pêk bîne, Kurdistan jî dê deriyên vekirî bi Duhok, Silêmanî û Zaxo ve girêbide. Yanî her du alî jî binesaziya xwe xurt bikin, em dê tenê xwe nespêrin Xabûr-Îbrahîm Xelîl.
Herêma Kurdistanê nêzîkî 8 deriyên sînorî ligel Îranê hene. Niha hevrikê me Îran e. Ji bo em xwe bigihînin wê bazarê divê di zûtirîn dem de em van deriyan vekin. Girîng e ku hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê peymana vîzeyê ya ku bazirganiyê li pêş dixe îmze bikin.”
Kaya bang li karsazên Herêma Kurdistanê kir ku li herêmê veberhênan bikin û got, “Ji wir du tişt tên hinardekirin. Ya yekem petrol û berhemên petrolê ye, ya duyemîn jî materyalên elektronîkî yên ku ji Dubai hatine anîn. Pêdivî ye ku ew pircor bibe, ji ber ku li wir gelek madeyên xem hene. Divê hilberên xwarinê di navendên pîşesaziyê de bêne xebitandin û firotin.”
Kaya bang li rêvebirên giştî û bi taybetî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku girîngiyê bidin bazirganiya bi herêmê re û ji bo geştên asmanî yên Hewlêr-Amedê di zûtirîn dem de destûrên taybet bidin.
Berhmên din ên Amedê
Serokê Lijneya Rêvebir a Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl bi bîr xist ku berê seferên balafiran di navbera Hewlêr û Amedê de hebûn û da zanîn, ji bo jinûve destpêkirina seferên balafiran pêwîst e bi Enqere û Hewlêrê re hevdîtin bên kirin.
Engîn Yeşîl got: “Zêdetirî 45 cure tov li Amedê tên berhemanîn û cotkarên Herêma Kurdistanê dikarin erzantir sûdê jê werbigirin, lê ew tov ji Tirkiyê û welatên din distînin.”
Yeşîl diyar kir ku Amed ji aliyê berhemên çandiniyê ve gelekî dewlemend e û got, “Lê bazirganên Herêma Kurdistanê diçin berhemên çandiniyê ji Entabê (Dîlok) dikirin.”
Serokê Lijneya Rêvebir a Borsaya Bazirganiyê ya Amedê gazinan ji nebûna hêsankariyan li Herêma Kurdistanê bo bazirganên Bakurê Kurdistanê kir û ragihand, “dema karsazekî Bakurî bixwaze li Herêma Kurdistanê kargehekê veke, hikûmet hêsankariyek berçav nake li gor hêsankariyên ku Tirkiye dike û danûstandinên rûtîn ên demdirêj tên kirin.”
Zêringer û karsaz Sardar Ay ku xwediyê markayên Mem û Zîn û Mezopotamya ye jî di bernameyê de axivî û ragihand ku berhemên wan ên destan ên ku bûne markayeke cîhanê hene û ew berhemên xwe dişînin piraniya welatan.
Ay, da zanîn ku li Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê mehane 150 kîlo zêr difiroşin.
Serdar Ay destnîşan kir: Ger seferên rasterast di navbera Amed û bajarên Herêma Kurdistanê de hebin, teqez dê bazirganiya di navbera me de zêdetir bibe. Ji ber ku Amed navendeke bazirganiyê ya mezin e û zêringerên li vir berhemên xwe dişînin hemû welatên cîhanê.”
Têkiliyên dîrokî yên navbera Amed-Hewlêrê
Ay, da zanîn ku têkiliyên bazirganî yên di navbera Amed û bajarên Kurdistanê de digihin serdema kevnar û got, “Kurdbûna me ev têkilî afirandiye. Em bira ne, em hevwelatî ne. Eger Herêma Kurdistanê bibe herêmeke bi bereket, eger berhemên wan hebin, em dê li bazara Amedê alîkariya wan bikin daku berhemên xwe bişînin Amedê.”
Zêringer û karsaz Sardar Ay herwiha behsa plana xwe ya bo firotina zêr li Herêma Kurdistanê kir û got: “Niha em armanc dikin ku bazirganiya zêr bi Herêma Kurdistanê re mehane bibe yek heta sê ton. Me çend sal plan kiribû, lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê me nikarîbû pêk bînin û niha me dîsa dest pê kir.”