9 sal di ser qetilkirina hersê jinên Kurd re derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 9 sal di ser qetilkirina Sakine Cansiz û hevalên wê re derbas dibe. Bi helkefta salvegera qetilkirina Sakine Cansiz û hevalên wê roja Şemiyê 8ê Çileya 2022an li Parîsa paytexta Fransayê û çend navçeyên din ên Almanya û Ewropayê xwepêşandan hatin kirin.

Di xwepêşandana Parîsê de ku hejmare kesayetiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn, daxwaza dadmendî û cezakirina encamderên wê êrîşê hat kirin û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Erdogan Dîktator” hatin gotin.

Êrişa çekdarî

Sakine Cansiz yek ji damezrênerên PKKê ye û roja 9ê Çileya 2013an di êrîşeke çekdarî de ligel du hevalên xwe yên din bi navên Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.

Piştî êrîşê polîsê Fransayê kesek bi navê Omer Guney bi tohmeta qetilkirina hersê jinên çalakvan ên Kurd desteser kirin.

Di 17ê Kanûna 2016an de, du roj berî dadgehkirinê, berpirsên Fransayê ragihandin ku Omer Guney di zîndanê de miriye. Terorkirina wan hersê jinên siyasetmedar bû sedema nerazîbûnan.

Serokkomarê Berê yê Fransayê Fransua Olland ragihandibû ku ew wek balyozekê ligel Sakine Cansiz tevgeriyane.

Sakine Cansiz

Sala 1957an li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye

Yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû

Sala 1979an li aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hat girtin

12 salan di zîndanê de ma

Di sala 1991an de hat azadkirin

Piştî azadbûnê vegeriya nav rêzên PKKê

Sala 1998an li Fransayê mafê penaberiya siyasî wergirt

Nûnera PKKê ya Ewropayê bû

Sala 2013an di êrîşa Parîsê de ligel Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hat qetilkirin