Tendirustiya Urmiyê li ser pîsbûna hewa hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên tendirustiya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li ser pîsbûna hewa hişyarî dan û ragihandin ku ji ber wê sedemê nabe kesên nexweş derkevin.

Se`îd Mûsewî, Cîgirê Çavdêriya Parastina Jîngeha Urmiyê da xuyakirin ku nexşeya keşnasiyê nîşan dide, keşûhewayê ne pak dê berdewam be.

Mûsewî dibêje, zêdebûn wan maddeyên ku dibin sedema pîsbûna hewa ji bo kesên nexweşiyên wan hene metirsîdar e. 

Se`îd Mûsewî aşkere jî kir ku li gorî datayên li ber destê wan rêjeya wan maddeyên dibin sedema qirêjbûna hewa li asmanê Urmiyê de 117 ye û ew bo kesên nexweş û hesas metirsîdar in.

Herweha Cîgirê Çavdêriya Parastina Jîngeha Urmiyê da xuyakirin ku eger heye di vê hefteyê de rêjeya pîsbûna hewa hê jî zêdetir be û daxwaza ji welatiyan kiriye ku kêmtir otomobîlên xwe bikar bînin.

Se`îd Mûsewî tekez jî dike, divê hin çalakî û karên pîşesazî ku dibin sedeam pîsbûna hewa di vê hefteyê de bêne ragirtin.