Li Şirnexê kana komirê hilweşiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê kana ku jê komir dihate derxistin, hilweşiya, di encama bûyerê de karkerek di bin komirê de ma û karkerek jî bi birîndarî hat rizgakirin.

Li gor zanyariyan îro, 09/01/2021 li bajarokê Bêspîn ê ser bi Silopiyê ve li parêzgeha Şirnexê kaneke komirê hilweşiya.

Her li gor zanyariyên destpêkê du kesên ku li wê kanayê kar dikirin di bin komirê hilweşiyayî de man û yek ji wan bi birîndarî hat rizgarkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz jî li hejmara xwe ya Twitterê aşkere kir ku ew hemwelatiyê di bin komirê de maye navê wî Îbrahîm Aşkin e.

Li gor zanyariyên parlamenter Kaçmaz ewkarkerê din jî ku ji bin komirê hatiye derxistin, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Xebat û lêgerînên ji bo derxistina Îbrahîm Aşkin ji bin komirê hilweşiyayî berdewam in.

Tê nûkirin…