Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em bi girîngiyeke mezin bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê got, "Em bi girîngiyeke mezin bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin."

Her wiha serokatiya bang kir û got, "Em bangî hemû aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriyeke aştiyane ya ku dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê, di nav de gelê Kurd, mîsoger bike pêk bîne."

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Em li Herêma Kurdistanê, bi girîngiyeke mezin bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin.

Em bangî hemû aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriyeke aştiyane ya ku dadmendî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê, di nav de gelê Kurd, mîsoger bike û herwesa beşdariya wan a çalak di avakirina paşeroja welat da pêk bîne.

Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Îraqê da, pêdagirbûna xwe bi parastina pîwendiyên hevseng û karkirina ji bo bihêzkirina hevkariyên navçeyî û navneteweyî yên ji bo dabînkirina aramiya li Sûriyeyê dûpat dikin.

Em her nakokiyeke ku rewşa herêmê aloz bike red dikin û tekeziyê li ser parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hemû netewe û pêkhateyên navçeyê dikin.

Tevî ku bipêşketin bi lez in, em ji bo dabînkirina paşerojeke aram ji Sûriyeyê re, tekezî li ser girîngiya rêkxistina hewldanên navneteweyî û herêmî dikin.

Em bangî civaka navneteweyî û welatên herêmê dikin ku rola xwe ya ji bo çareseriya aştiyane bilîzin û em piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Sûriyê yên aştî û azadiyê re dubare dikin."