Ofîsa Parastina Zarokan 3 zarokên din li malbatên wan vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê, Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê 3 zarokên din vegerandin û radestî malbatên wan kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 3 zarokên din radestî Ofîsa Parastina Zarokan kirin û wan jî ew dane malbatên wan.

Peyamnêrê Rûdaw li Qamişlo ragihand, îro Mihemed Bekir, Nesar Salim Silêman yên 15 salî û Izedîn Ehmed yê 16 salî radestî malbatên wan kirin.

Hevserokatiya Ofîsa Parastina Zarokan a Hesekê Xalid Cebir û Merwa El Abdullah û ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Hogir Cûdî û malbatên zarokan tev li merasîma radestkirinê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan ya Heseke Xalid Cebir got, ew li gor yasayên navdewletî kar dikin û nabe zarokên di bin 18 salî de ji bo leşkeriyê bêne birin.

Ofîsa Parstina Zarokan bi armanca tevahiya bernameyên girêdayî zarokatiyê pêk bîne, zarokan li gorî pîvanên navneteweyî û li gorî rewşa herêmê biparêze hate damezrandin.

Heya niha Ofîsa Parstina Zarokan ya Heseke, 8 zarok ji bo malbatên wan vegerandine.