Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat xelatên xwe yên pêşbirka îsal a di navbera xebatkarên çapameniyê de belav kirin. 34 emîn rewresma dayîna xelatan li bajarê Amedê birêveçû û Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Enqerê Rûdawê Şewket Herkî û kameramanê ofîsa Rûdawê yê Amedê Ayhan Bayrak jî hatin xelatkkirin.
Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat xelatên xwe yên îsal belav kirin. 34 emîn rewresma dayîna xelatan li bajarê Amedê birêveçû. Di rewresma xelatdayînê de Parêzgarê Amedê Parlementerên AK Partiyê Serokên Sendîka û jûrên Amedê jî hazir bûn.
Rewresm bi gotarên beşdaran destpêkir û xelatên îsal hatine dayîn. Wek her sal îsal jî 2 xebatkarên Tora MedyayaRûdawê hatine xelatkirin.
Berprisê Ofîsa Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî di beşa baştirîn nûçeya Kurdî ya salê de xelat wergirt.
Şevket Herkî dibêje: “Rûdaw malbatek e û di encama wê hevgirtina xwe de em her sal bi ser dikevin û xelata werdigirin, ne tenê li Tirkiye û Amedê li Ewropa û di asta navdewletî de em xelata werdigirin"
Kameramanê Ofîsa Rûdawê yê Amedê Ayhan Bayrak jî di beşa baştirîn tomarkirina dîmen de xelata mansiyonê wergirt.
Ayhan Bayrak jî wiha axivî: “Ez serbilind im ku li ser navê Tora Medyaya Rûdawê vê xelatê werdigirim, li ser vê xelatê tenê navê min dinivîsê; lê ev xelat encamê xebateke hevpar e, me hemû bi hev re vê xelatê wergirtiye."
Di rewresma xelatdayîna Cemiyeta Rojanamevanên Başurê Rojhilat de bêjerên Tirkiye yên bi nav û deng jî hazir bûn.
Rojnamevan û bêjer Îsmaîl Kuçukkaya jî got: “Ew nirxên ku bajarê Amedê nûneriya wan dike, ji bo me gelek bi rûmet in, ji bo paşeroja me ev hêviyeke mezin e, şeveke gelek xweş bû."
Bêjer Hulya Hokenek jî wiha axivî: “Îro li vê derê hemû dam û dezgehên netewî û xwecihî herwisa torên medyayên Kurdî hebûn, her yek di warê karê xwe de hate xelatkirin, Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat saziyeke girîng e ji bo me rojnamevanan."
Ev cara 7an e ku xebatkarên Tora Medyaya Rûdawê xelatan ji pêşbirka salê ya Cemiyeta Rojnamevanên Beşurê Rojhilat werdigirin.
Sala borî jî peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlû xelata baştirîn bernameya salê wergirtibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse