Asta ava bendavên Dûkan û Derbendîxanê bilind bûye

Silêmanî (Rûdaw) - Bi sedema pêla baranê ku Başûrê Kurdistanê daye ber xwe, di dema du rojan de asta ava bendavên Dûkan û Derbendîxan metreyekê bilind bûye.

 

Rêveberê bendava Dukanê Heme Tahir Celal ji Rûdawê re ragihand: “Bi sedema pêla baranê ku Başûrê Kurdistanê daye ber xwe, di dema du rojên derbasbûyî de, asta ava bendava Dukanê metrekê bilind bûye.”

 

Heme Tahir Celal herwiha got: “Bendava Dûkanê dikare nêzîkî 7 milyar metre sêca yên avê li xwe bigire, niha 2 milyar û 700 milyon metre sêca av têde ne.”

 

Rêveberê Bendava Derbendîxanê Rehman Xanî jî ji Rûdawê re ragihand, ku di dema du rojên derbasbûyî de asta ava bendava Derbendîxanê bilind bûye.

 

Rehman Xanî diyar kir ku bendav dikare 2 milyar û 600 metre sêca av li xwe bigire, niha nêzîkî 1 milyar metre sêca av têde ye, lê ji ber wê rewşa taybet ya bendavê, ew dikarin tenê 400 milyon metre sêca av kom bikin.

 

Li Herêma Kurdistanê 17 bendavên mezin û biçûk hene, bendavên Dûkan û Derbendîxan bendavên herî mezin ên Herêma Kurdistanê ne.