DÊRIK- Kongreya Sûriyeya Demokratîk dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê kongreya Sûriyaya Demokratîk, bi serperiştiya partiyên Rêveberiya Xweser û çend aliyên dijbereya Sûriyê dest pê kir.

Îro beriya nîvro li bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê, Kongreya Sûriyeya Demokratîk bi durişmeya “Ji bo avakirina Sûriyayeke Azad û Demokratîk” dest pê kir û dê sibe ew kongre bi dawî were.

Karûbarên Kongreya Sûriyaya Demokratîk, li hola civînan a “Azar” ya bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 103 delegeyên ji rêxistinên siyasî, leşkerî û civakî yên dijbereya Sûriyê dest pê kir.

Kongre ji aliyê partiyên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de, Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, Koma Demokratîk a Sûriyê, Şepêla Genim (Teyar El-Qemih), Kombûna Peymana Rûmet û Mafnasiyê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê ve tê birêvebirin.

Di kongreyê de Desteya Niştimanî ya Erebî Komîteya Kongreya Danûstandinên Qahîreyê, Însyatîfa Jinên Sûriyê, Rêxistina Yekîtiya Star, Yekîtiya Jinên Suryen, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Modernîteya Demokratîk, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Turkmenên Kombuna Til Ebyedê, gelek rêxistinên din ên jinan û bi dehan kesayetên serbixwe, lîderên karan, serokeşîrên kurd û ereb, nivîskar û rojnamevan beşdar in.

Hêjayî gotinê ye, ev kongre di heman demê de ye ku dijbereya Sûriyê li Riyazê îro kongreyekê lidar dike û ev aliyên ku li Dêrkê kom bûne, bo kongreya Riyazê nehatine vexwendin.