Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên zererdîtî didome

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên hilweşandinda avahiyên di erdhejê de zererdîtin berdewam e û heta niha 6 hezar û 800 avahî hatine hilweşandin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên di erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê de zerer dîtîn, xebatên hilweşandina avahiyên zererdîtî berdewam in.

Tevî ku di ser erdhejê re 10 meh derbas bûne heta niha hemû avahiyên zerer dîtibûn nehatine hilweşandin.

Li Xarpêtê jî di erheja 6ê Sibatê de 10 hezar û 694 avahiyan zerereke zêde dîtibûn.

Ji avahiyên zêde zerar dîtibûn 6 hezar û 800 hatin hilweşandin.

Li navenda bajêr piraniya avahiyên zerereke zêde dîtibûn hatine hilweşandin û ji bo yên din jî xebat berdewam in.

Lê heta niha li gund û bajarokan ji bo hilweşandina avahiyên zerer dîtibûn ti xebatek nehatiye kirin.