Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Îraqê re 2 name şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re 2 name şandine û daxwaza şandina mûçeyan kiriye.

Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah li Bexdayê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ragihand:

“Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Sûdanî re 2 name şandine.

Di nameya yekemîn de, ji serokwezîr û Encûmena Wezîran a Îraqê xwestiye ku mûçeyên 3 mehên mayî bi deyn yan jî bi rêyeke din dabîn bike.”

Di meha Îlonê de, şandeyeke bi pêşengiya Mesrûr Barzanî çû Bexdayê û bi rayadaran re civiya.

Piştî wê Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku 2.1 trîlyon dînar, ango mehane 700 milyar dînar, ji bo 3 mehan deyn bide Herêma Kurdistanê da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê werin dayîn.

Herêma Kurdistanê daxwaza mûçeyên şeş mehan kiribû

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê serdanê de ji Bexdayê daxwaza mûçeyên şeş mehan kiribû.

Bexdayê qebûl kir ku mûçeyên 3 mehan bi deyn bide lê pêwîst e ya 3 mehên din jî bide.

Hefteya borî, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê lîsteya dabeşkirina mûçeyên meha Tebaxê ragihand.

Ji ber derengkatina mûçeyan mamosteyan neçûne dibistanan û li parêzgeha Silêmaniyê, Germiyan û Raperînê proseya xwendinê dest pê nekir.

Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah got:

“Serokwezîrê Îraqê çawa ku her tim daxwazên gelê Herêma Kurdistanê bi cih tîne, em hêvî dikin ku di civînên bê yên Encûmena Wezîran de biryarê li ser vê mijarê bide.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz ragihand ku ti bersiv li ser daxwaza Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî 15 rojan ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re nameyeke din jî nivîsandiye.

Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Sabah re got:

“Me wekî Herêma Kurdistanê nêrînên xwe li ser çawaniya guhertina yasaya budçeyê, cudakirina mûçe ji mijarên din, çareserkirina pirsgirêka petrolê, dayîna mûçe û mijarên din anî ziman.”

Parlamentoya Îraqê Tebaxa borî yasayên budçeya federal ên sala 2023, 2024 û 2025an qebûl kiribû.

Yasaya budçeyê piştî ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê.