HATAY - Di kargeha hesin de teqîn: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payasê ser bi parêzgeha Hatayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di kargeheke berhemanîna hesin de teqîn çê bû û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li Herêma Pîşesazî ya Organîzeyê ya Payasê, di kargeheke berhemanîna hesin de ji ber sedemeke nehat zanîn teqîn çê bû. Di encama teqînê de 6 kes birîndar bûn û agir bi kargehê ket. Ji ber teqînê hejmarek otombîlên li derdora kargehê zerar dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên agir vemirandinê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin. Agir li kargehê ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin.