‘Nêzikî ji %40ê ciwanên Kurd ên Rojava koçberî derve bûne’

Qamişlo (Rûdaw) - Koça ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û Hevserokê Desteya Ciwan û Werzişê ya Rêveberiya Xweser jî dibêje, “Em dê stratejiyekê pêk bînin ku rê li ber koça ciwanan bigirin.” Li gor amarên texmînkirî ji %35 ta 40 ji xortên Kurd koçberî derve bûne.

Ehmed Yûsif ê temen 23 salî, biryar daye bi rêyên qaçax xwe bigihîne yek ji welatên Ewropayê.

Ehmed Yûsif dibêje, “Ez dê bi rêya Başûr re herim, piştre Tirkiye, piştre yan rêya avî yan meşê. Niha zivistan e, meş çêtir e ji avê, xelk diçin Bulgariya yan Belarûsê...”

Di vê mehê de bi rêya kompanyaya geştugûzariyê ya Ecnihet Elşam, sê geşt bi navê geştugûzariyê bo Belarûsê pêk tên, 270 siwar ku piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê de ne, lê ji Belarûsê venagerin û xwe li sînorê Ewropayê dixin.

Jibilî Şamê ji Beyrûta paytexta Lubnanê û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê welatiyên Sûrî derdikevin Belarûsê.

Rêxistina Pêl a civaka sivîl li bajarê Qamişlo korbendek ji bo ciwanan li dar xist û tê de derfet tê dayîn ku keç û xortên Rojava pirsa çarenvîsa xwe ji aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser bikin.

Desteya Werzîş û Ciwanan a girêdayî Rêveberiya Xweser wê yekê venaşêre ku wan heya niha nikariye pilaneke darêjin û rê li ber koçberiya ciwanan bigirin, lê tekez dikin ku ew dê stratejiyekê li ser vê mijarê diyar bikin.

Sibhî Melkê, Hevserokê Desteya Ciwan û Werîşê ya Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, dibêje, “Me heta niha nikariye projeyeke mezin pêşkêş bikin, ji ber ku Rêveberiya Xweser hatiye, dorpêç kiriye, em dê niha stratîjîkê deynin da ku em rê li ber koçberiya ciwanan bigirin.”

Li gor amarên texmînkirî yên Desteya Ciwanan li Cezîra Rojavayê Kurdistanê ji %35 ta 40 ji xortên Kurd koçberî derve bûne û ji %60 ta 70 jî xortên pêkhata Kirîstiyan koçber bûne.