Partiya Azadî: YPGê 5 hemwelatiyên Kurd girtin


Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ragihand ku Yekîneyên Prastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê 5 hemwelatiyên Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Azadî Ednan Mistefa di daxuyaniyekê de ku duh belav bûye, got “YPGê ji aliyekî seferberiya giştî li dijî çekdarên radîkal ên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) radigihîne û li aliyê din Kurdan digire”.

Mistefa aşkere kir ku şervanên YPGê bi 3 otombêlan avêtin ser gundê Hemo Raco yê girêdayî bajarokê Mabata li Efrînê û 5 hemwelatiyên Kurd ji nava yek malbatê girtin.

Mistefa navên kesên hatine girtin aşkere kirin ku ew jî Wehîd Enwer Bekir û apên wî Saîd Bekir û Înayet Bekir û herwiha pismamên wî Ebdo Elî Bekir û Fûad Elî Bekir in.

Mistefa got “Ev kar di vê qonaxa niha ya ku Sûriyê têde derbas dibe li dijî doza Kurdî ye”.

Heta niha, ne YPGê û ne jî Asayişa PYDê ti daxuyanî derbarê girtina wan her 5 kesan de nedaye.