AMED - Nexweşxane tije zarok bûne: 'Rêya xweparastinê paqijî ye’

Amed (Rûdaw) - Bi hatina payîz û vebûna dibistanan re zarok bi nexweşiyên jêvegir dikevin.

Li Amedê beşên lezgîn û beşên nexweşiyên zarokan ên Amedê tije bûne.

Pispor bangî malbatan dikin ku rêya xweparastina ji nexweşiyan paqijî ye.

Bi hatina payîzê guherîna hewayê û vebûna dibistanan re jiyana li kolan, park û baxçeyan ber bi cîhên komî diguhere.

Guherîna demsalê û vebûna dibistanan bi taybetî di nava zarokan de rêjeya nexweşiyên jêvegir ên demsalî zêde kiriye.

Li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî 25 milyon zarok hene û li gorî pisporan di dema guherîna demselan de, zarok zêdetir bi nexweşiyên qirikê dikevin.

Enfeksiyon, ragirtina (îltîhab) guhan, bapêş, arsim, enfeksiyonên qirikê, alerjî û wekî din, dibin sedem ku nexweşxane tije zarok bibin.

Pispor dibêjin, tevdîra herî baş ji bo rêgirtina li ber van nexweşiyan, xweparastina ji qirêjiyê ye û divê zarok û mezin jî rojê çend caran destê xwe bişon.

Jina bi navê Nîlufer Ateş keça xwe aniye nexweşxaneyê û dibêje keça wê dikuxe, bi zehmetî nefesê dide û distîne. Nexweş e dipişke û dikuxe.

“Divê her kes paqij be û destên xwe bişo”

Şêniyê bi navê Ferhat Yakişir jî zarokên xwe anîne nexweşxaneyê û wiha dibêje:

“Yên min du zarokên min hene. Her du jî nexweş ketin.

Navê vî kurê min Mezlûm e, ew jî bi nexweşiyê ket. 2-3 roj in derbas kiriye îja jî dêya wî nexweş ketiye."

Welatiyê bi navê Necdet Ateşal jî bangî xelkê dike ku xwe ji qirêjiyê biparêzin.

Li gorî gotina Necdet Ateşal, divê divê her kes nava erebeyên xwe, kafe û restorantên xwe, malên xwe paqij bikin û bi berdewamî destê xwe bişon.

Li gorî amarên serjimêriya Tirkiiyeyê hejmara zarokan li derdora 25 milyonan e.

Pispor didin zanîn ku nexweşiyên herî zêde di zarokan de xûya dikin li her bajarekî rêjeya nexweşiyên zarokan hema bêje wekî hevdû ne.

“Zarok nexweş dikevin”

Bijîşkê pisporê tenduristî û nexweşiyên zarokan Mahhmut Olçay li ser nexweşiya zarokan wiha got:

Li welatê me û li herêma me nexweşiyên herî zêde ku di zarokan de xûya dikin, bi piranî nexweşiyên rêyên nefesê ne.

Yanî ji sedî 60-70 yê nexweşiyên pişikê ji enfeksiyonên ji ber rêyên nefesê ne.

Di enfeksiyonên ji ber nefese de, iltihaba goh, bapêşk, arsim, enfeksiyonên bademcikê, rewşên alerjîk yên demsalî em dibînin.

Em di zarokan de van nexweşiyan zêdetir dibînin. Ji 60-70 nexweşiyan ev nexweşî ne.”

“Malbat zarokan îhmal dikin”

Her wiha bijîşkê pisporê tenduristî û nexweşiyên zarokan Muhammet Asena jî amaje bi girîngiya parastina zarokan dike û wiha dibêje:

“Dema me dema teknolojiyê ye. Dema nexweş dikevin û tên em dibînin ku hêj nebûne yek salî du salî telefonê didin destên wan, zarok bi televîzyonê wext derbas dikin.

Ji bo vê jî em malbatan hişyar dikin. Anha nifûsa welatê me ciwan e lê em baldar nebin dê nifşekî nexweş çêbibe. Ji ber wê jî divê em gelek baldar bin.”

Bijîşk dibêjin li hemberî nexweşiyan tevdîra sereke xweparastin û neketina bi  wan nexweşiyan e lê ji ber di nav jiyana komî de ev hêvî ji sedî sed pêkan nîn e xala duyem a bergiriya li hember nexweşiyan rêyên tedawiyê ne.

“Divê zarok bên vaksînkirin”

Bijîşka pispora tenduristî û nexweşiyên zarokan Aycan Yildizê jî wiha got:

“Di vê werzê de divê baldariya paqijiyê ya destan hebe.

Yek jî ew zarokên ku rewşa wan a alerjiyê heye berdewam dikuxin û nexweşiya tengnefesiyê bi wan re çêdibe em tedawiya wan zarokan dikin.

Bi taybet jî zarokên ku tengnefesî bi wan re hebin divê vaksînên xwe tam li xwe bixin.

Divê li xwarin û vexwarinên xwe baldar bin. Heger zarok diçe dibistanê, ango di cîhên komî de bimîne divê teqez zarok vaksîna girîbê li xwe bidin.”

Rêxistinên tenduristiyê dibêjin bi giştî Tirkiyeyê hejmara bijîşkên zarokan derdora 13 hezaran e.

Ev hejmara bijîşkan jî ji bo tenduristiya zêdetirî 25 milyon nifûsa zarokan gelekî kêm e û ev rastî ji bo pêşeroja tendurustiya civakê xetereyeke gelekî mezin e.