RIHA - Jina 63 salî ya ku otomobîlê lê da mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê jina ku otomobîlê lê xist mir.

Dema ku Yaşar Dogana 63 salî hewl dida li Bûlwara Mewlana Celaledînê Rûmî derbasî aliyê din ê rê bibe otomobîlekê lê xist.

Tîmên tenduristiyê jina birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê lê ew ji mirinê rizgar nebû.

Ajokar piştî bûyerê ji cihê qezayê reviya û heta niha jî plakaya otomobîla wî û nasnameya wî nehatine tesbîtkirin.

Polîsan ji bo girtina wî dest bi xebatan kir.