Nahit Eren: Baroya Amedê baroyeke têkoşer e û dê wiha jî berdewam be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahit Eren di 48emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê de got, ji ber hewlên endamên baroyê pênaseya “Baroya Têkoşer” heq kirine û ew dê li gor vê yekê li ser karê xwe berdewam bin.

Îro Şemiyê 8ê Cotmeha 2022ê 48emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê li Navenda Kongreyan a Çandê Sezai Karakoç ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye bi axaftina Serokê Baroya Amedê Nahit Eren destpê kir.

Nahit Eren di axaftina xwe de got: “Bi keda endam, rêveber û endamên komisyonên me di vê demê de wek baroyê di warê têkoşîna mafên mirov de gavên gelekî girîng hatine avêtin. Li KADESê (Piştgiriya Jinan) zêdekirina zimanê Kurdî û naskirina mafê serlêdana baroyan bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê destkeftên dîrokî ne."

Eren amaje bi wê yekê da ku ji ber li Tirkiyê di warê edaletê de newekheviyek heye ev êdî bûye rewşeke asayî û cîbicînekirina biryarên Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê wan nîgeran dike.

Eren derbarê doza kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi de jî got her çiqas 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara guhdarkirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku wek “kuştineke siyasî” binav kiribû bê parêzeran agadar bike hilweşandiye jî ew dê ji bo zelalkirina bûyerê li ser têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bin.

Eren bal kişand ser metirsiya zêdebûna dijberiya nasname û zimanê Kurdî û got hejmareke zêde Kurd ji ber vê yekê rûbirûyê êrîşan bûne. Eren wek mînak kuştina malbata Dedeoglullari li Konyayê û êrîşa ser malbateke din li Mersinê û qedexekirina stranên Kurdî pêşan dan.