Demîrtaş li ser Narînê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş li ser mirina Narîn Guranê got, "Sînorê xerabiyê, nemerdiyê, bêşerefiyê tine; nasname, bawerî, welatê wan tunin."
Termê Narîn Gurana 8 salî ku ji 21ê Tebaxê ve li Amedê winda bûbû, îro di nava telîsekî de li kêleka rûbarekî di binê keviran de hat dîtin.
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş li ser kuştina Narîn Guranê peyamek belav kir.
Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:
"Sînorê xerabiyê, nemerdiyê, bêşerefiyê tine; nasname, bawerî, welatê wan tunin.
Sînor, nasname, bawerî û welatê têkoşîna jiyana bi rûmet, dilpakî û qenciyê jî tunin.
Çûna te ya bi vî awayî hinekî din cîhanê tarî bike jî têkoşîna me ya bê dawî ya ji bo ronahiyê dê berdewam bike firîşteha min. Me hemûyan efû bike."
Kötülüğün, alçaklığın, şerefsizliğin sınırı yok; kimliği, inancı, vatanı yok. İyiliğin, erdemin, onurlu yaşam mücadelesinin de sınırı, kimliği, inancı, vatanı yok.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) September 8, 2024
Bu şekilde gidişin, dünyayı biraz daha karartsa da aydınlık için sonsuz çabamız sürecek meleğim. Affet hepimizi. pic.twitter.com/KCjJu8E8QQ