Li Amedê erişa çekdarî: Kesek ji serê xwe birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di êrişeke çekdarî de kesek birîndar bû.

Li Kolana Hunerê ya taxa Kooperatiflerê ya navçeya Yenişehirê, şeva borî kesekî bi demançeyê êrişî M.U. kir.

Di encama êrişê de M.U. ji serê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.U. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyyûbî.

Hat diyarkirin ku birîna M.U. giran e.

Ji bo desteserkirina êrişkarê ku piştî bûyerê reviya, lêkolîn hat destpêkirin.